Skip to content

Destûrname: Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn

Nav

1.   Dê navê weqifê Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn be.

Cîh

         Bingeh li Stockholmê ye.

Armanc

2.   Armanca weqfê pêşvexistina zimanê kurdî, çanda kurdên Anatoliyayê û xurtkirina nasnameya wan e. Weqif ê ji bo entegresyonê bixebite.

Hebûnî

3.   Heyîna weqfê ji fonên ku ji hêla damezrêneran ve di 2002-02-16an de hatine destnîşankirin û derbasî hesîbê weqfê bûne ve pêk tê.

Xebat

4.   Weqif ê çalakiyên li gorî armanca xwe bimeşîne û pêş bixe. Weqif çalakiyên xwe bi rêya projeyan de an jî di organên taybetî yên ku ji hêla weqfê ve têne rêvebirin de bimeşîne an jî bi hevkariya di navbera Weqif û saziyên din, kes, şîrket û rêxistinên ve be. Weqif  îdîal e lê dikare hinek xebatên xwe di formên bazirganîyê de jî bimeşîne.

Fînansekirin

5.   Xebatên weqifê dê wiha bên fînanse kirin:

  •  perê ku derbasî hesabê waqifê bûye di dema damezradina waqifê de
  • ji derveyî wan, ji alîkarî, wesiyet, diyarî an baxşîşên ji damezrêner û xêrxwazên din û herwiha
  • hatiniya ji vegera sermayeya jorîn.

Birêvebirin

6.   Karûbarên weqfê ji hêla komîteya karger ku ji  5 esîl û 2 cîgiran ve pêktê ve, tê rêvebirin. Desteya yekem di dema avakirinê de ji hêla damezrêneran ve tê destnîşan kirin. Piştre endamekî nû li ser pêşnîyaza damezrêneran ve ji alîyê komîta karger ve tê hilbijartin.

7.   Komîteya karger di nav xwe de serok û cîgirê serok, ji bo hilbijartina komîteyên din ên kar û karmendên xebatê yên din hildibijêre. Komîta karger li gor pêwîstîya kar dikare personal ji derve jî bigrê kar.

8.   Komîta karger li ser vexwendina serok an jî bi kêmanî yek endamê esîl daxwaza civînê bike, komîta karger divê bicive. Dema ku ji nîvî zêdetir endamên komîta karger amade bin, di nav wan de serok yan jî, dema serok ne li wir be, cîgirê serok hebe biryar tên girtin.  Di civînên komîta karger de protokol divê bên nivisîn.

Xebat û birêvebirin h.v.d.

9.   Komîteya karger berpirsiyar e li karûbarên weqfê ku li gorî armanca weqfê bêne meşandin û herwiha hebûnên weqfê bi ewledarî bên rêvebirin.

Civîna salane

10.  Komîta karger, hersal divê civîna salane bi damezrêner, hevkar û kesên din ên ku bi weqfê re kar dikin re  civîneka fermî, civîna salane bike.

11. Civîna salane rapora salane ya weqfê û rapora çavdêran pêşkeş bike.

12.  Civîna salane dikare pêşnîyaz û şîreta li rêberiyê komîta karger bike.

Prensîpên biryara

13.  Biryar bi piraniyek hêsan têne girtin, ji bilî rewşên ku di § 14ê de hatine diyarkirin. Di bûyera hejmarek wekhev a dengan de, dengê serok xwadî maf e.

14. Ji bo guhertina van qanûnan biryarên yekgirtî yên hemî endamên esîl ên komîta karger hewce ne. Endamên komîta karger ên esîl ku biryarek li ser guhertinek wusa ji hêla komîta rêvebir ve du demjimêr hatîye dayîn civînên li pey hev û ku biryara di civîna paşîn de bi kêmanî ¾ ji hêla hemû endamên rêveberiya esîl ve tê piştgirîkirin. 

Destûrdayîna ku temsîla weqfê dike

15. Îmza li ser navê weqifê ji hêla komîteya rêvebir an jî ev kes an kesên komîteya rêvebir destnîşan kirîye ve tê îmzekirin.

Hesabdayîn û çavlêgerandin

16. Weqif ê li gorî bendên qanûna hesabgirtinê hesaban bigire. Sala beyannameya weqifê dê salnameyek be.

17.  Weqif, ji bo beyannameya salane, li ser bingeha deftera hesaban repora aborî ya hatin û çûyîna balansa aborîyê û hem jî rapora xebatê ya rêveberiyê pêk were.

18. Hesabên weqifê û rapora salane û her weha rapora rêveberiyê dê ji hêla çavdêrek ve bê kontrolkirin. Ev çavdêr ji hêla damezrêneran ve di damezirandinê de û paşê jî ji hêla civîna salane de tê hilbijartin.

19. Weqf divê rapora salane, hesab û belgeyên din ên çavdêran ji dawiya salê  ji bo nirxandinê herî dereng çar meh piştî bidawîbûna salê ji çavdêrên dewletê re bişîne.

20.  Ger çavdêr daxwaz bike, wê komîteya rêvebir were civandin.

Hilweşandin

21. Pirsa hilweşîna weqfê bi heman rêzê, ¾ ve wekî pirsa ya sererastkirina destûra waqifî ye û di kongra giştî de tê stendin. Di bûyera hilweşandinê de, hebûnên mayî dê ji rêxistinek xwadîyê heman armancê ye an jî wekî armancên ku bi qasî ku mimkun bi armanca bingehê re têkildar in re di heman kongrê de tê girtin.

Stockholm, 2002-03-24